Pîranşar; Binçavkirina welatiyekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

23:57 - 5 Îlon 2024

Roja Pêncşemî 15ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Silêman Çûpanî” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê Çopanî bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirine. 
 
Ev welatiyê Kurd zewicî ye, xwediyê sê zarokan e û rûniştiyê gundê “Girdekişan” a ser bi bajarê Pîranşarê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Silêman Çupanî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Her di vê pêwendiyê de, êvariya roja Çarşemî 14’ê Xermanana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Se`idûn Şerîfî” kurê Hisên xelkê gundê “Girdase” a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.