Bokan; Piştî derbasbûna 8 rojan ji binçackirina Manîce Xweşnûd, çarenivîsa wê nediyar e

19:55 - 8 Tebax 2024

Heşt roj bi ser binçavkirina Manîce Xweşnûd, jina Kurd a xelkê Bokanê re derbas dibe, heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wê de nînin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Manîce Xweşnûd, jineke Kurd a xelkê Bokanê, temen 56 salî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser kelûpelên wê yên şexsî û telefona wê ya destan.  
Her wiha tevî şopandina malbata vê jina Kurd, heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wê de nînin. 
 
Heta niha sebeba binçavkirina Manîce Xweşnûd ne diyar e.