Girtiyekî xelkê Hersînê li girtîgeha Qizilhsar a Kerecê hat îdamkirin
20:54 - 7 Tebax 2024
Sibeha roja Çarşemî 17’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Şehab Melikî” xelkê bajaroka Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhsar a Kerecê hate îdamkirin.
Ev girtiyê han di heyama çend rojên derbasbûyî de bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhsar a bajarê Kerecê hatibû veguhastin.
Ev girtiyê han çend salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Cezayê îdamê yê vî girtiyê li gel çend girtiyên din bi awayekî komî birê ve çûye.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê Kurd ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.