Civata Şêwrê ya Çalakvanên Medenî ên Yasaran; Îdamkirina Riza Resayî şermezarkirin û hêzên dewletê bêyî ku “Rêûresima Yarî”, ew li cihekî din spartin axê

14:35 - 7 Tebax 2024

Civata Şêwra Çalakvanên Medenî ya Yarasanê bi daxuyaniyekê cezayê îdamkirina Riza Resayî şermezar kir û ragihand ku termê wî bêyî destûra malbatê û bêyî ‘’rêûresma Yarî li goristaneke dûrî bajarê wî hatiye veşartin. 
 
Vê Civatê di beşeke din ya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd û gelê zilm lêkirî û bêçare yê Yarsanê û hemû azadîxwazan re xwest û van kiryaran weke nebûna edalet û eqliyetê û gurkirina nakokiyan dinirxîne. 
 
Temamiya daxuyaniya Civata Şêwrê ya Çalakvanên Medenî ên Yarasanê; 
 
Ciwanê bêguneh Qulamriza Resayî hat îdamkirin. 
 
Hevalê yekem û dawî 
 
Bi mixabinî îro danê sibê li girtîgeha Dêzêlavaya Kirmaşanê, xortekî xelkê bajarê Sehne, ji aliyê berpirsên hikûmetê ve bêyî razîbûna malbata wî, termê wî li goristaneke bajarê Kirmaşanê hat veşartin û heta lidarxistina rêûresima Yarî jî ji malbata wî re red kirin. 
 
Civata Şêwrê ya Çalakvanên Medenî ya Yarasanê îdamkirina Riza Resayî bi neheqî şermezar dike û sersaxiyê dide malbata şehîd û gelê zilm lêkirî û bê mal a Yarasanê û hemû azadîxwazan û van kiryaran weke nebûna edalet û hişmendî û gurkirina nakokiyan dinirxîne. 
 
Civata Şêwrê ya Çalakvanên Medenî ya Yasaran 
 
1403.05.16