Mamoste Elî Behramî piştî ku ji Herêma Kurdistana Iraqê vegeriya, demekî kurt hat binçavkirin
Roja Yekşemî 4ê Xermanana sala 1403an a Rojî, Mamusta Elî Behramî pêşnimêjê gundê “Nêy”a Merîwanê, piştî vegera ji Herêma Kurdistana Iraqê li sînorê “Başmaq”a vî bajarî, ji aliyê hêzên cil û berg şexsî ve hat binçavkirin û piştî çend demjmêranserbest hat berdan.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên kinc şexsî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev mamosteyê olî yê Kurd binçavkirin û piştî nêzîkî 7 demjimêran ji lêpirsînê serbest berdan.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Van hêzan dest danîne ser hemû kelûpelên şexsî yên Mamusta Elî û telefona wî ya destan.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên kinc şexsî bi rêya telefona destan a wî mamoteyê olî yê Kurd gihîştine torên civakî yên wî.
Mamoste Elî Behramî çendîn car ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatiye gazîkirin û lêpirsîn hatiye vekirin.