Dadgeha Pêdaçûnê; Mamosteya zimanê Kurdî û endama encûmena birêveberiya “Nûjîn”ê Soma Pûrmihemedî, ji tohmeta ne rêde hat berdan
Mamosteya zimanê Kurdî û endama encûmena birêveberiya komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Soma Pûrmihemedî ji aliyê taya çarem a dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Kurdistanê ve, ji tohmeta binavkirinê hat berdan.
Rûniştina dozê bi tohmeta “avakirina kom û alîyan bi mebesta têkdana ewlekarîya welat” ya wê mamostaya zimanê Kurdî di roja 24’ê Gelawêja sala 1403’an a Rojî de li taya çarem a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Kurdistanê hat lidarxistin û ev biryar di çend rojên borî de bi xanim Pûrmihemedî re hat ragihandin.
Soma Pûrmihemedî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine bi serokatiya dadwer “Keremî” bi tohmeta “avakirina kom û pêkhateyan bi mebesta têkdana ewlehiya welat” bi 10 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Kirmaşanê hatibû cezakirin.
Civîna dadgeha tohmetên wê mamostaya zimanê Kurdî li roja 29ê Xakelêweya sala 1403an a Rojî de li taya yekem a dadgeha Şoreşa Sine hat lidarxistin û roja Şemiyê 1ê Banemera 1403an a Rojî, cezayê dadgehê jê re hat ragihandin.
Beriya niha ji aliyê taya 106 a Dadgeha Cezayê Giran a Sine ve bi îdiaya “têkdana aramiya giştî” salek cezayê girtîgehê ya ragirtî li Soma Pûrmihemedî hatibû birîn.
Roja Çarşemî 28’ê Reşemeya 1401’an a Rojî, ev endama rêveberiya komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn” di dema şopandina dosyaya hevjînê xwe Îdrîs Mênberî li dadgeha Şoreşa bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 24ê Rêbendana a 1401an a Rojî, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, heya dawîhatina dozê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.