Sarah Larkamp, Piştgîriya siyasî; Ji bo azadiya Sueda û Sulînayê ez dev ji têkoşîna xwe bernadim

20:53 - 23 Tebax 2024

Berevankara mafên zarokan di Fraksiyona SPD a Parlamentoya Almanyayê Sara Larkamp ku zêdetirî salekê ye piştgêra siyasî ya Sueda Xidrzade û zaroka wê Sulîna ye, li ser berdewamiya binçavkirina wan li girtîgeha Urmiyê wiha nivîsî: Ji bo berdana Sueda û Sulînayê ez dev ji têkoşînê bernadim." 
 
Li ser berdewamiya binçavkirina Solîna û dayika wê ya di girtîgehê de dibêje; Divê tu zarok di girtîgehê de mezin nebin, lê ev rastiyeke tirsnak e ku Sulîna li girtîgeha Urmiyê ji dayik bûye û heta niha bi diya xwe Sueda Xidirzade di girtîgehê de ye. 
 
Ew zêde dike; Tevî ku dadgehê hin tohmet red kirin e jî, lê dayik û keç di bin şert û mercên nemirovane de, kêmxwarinî, encamên derûnî û fizîkî û nebûna lênihêrîna pizîşkî bûye taybetmendiyek jiyana wan a rojane. 
 
Ev endamê Parlamentoya Almanyayê di dawiyê de dibêje; Weke nûnera zarokan a Koma Meclîsê ya SPD'ê ez bi xurtî li ser azadiya wan me. Erka me ye ku em ji bo mafên mirovan û rûmeta her zarokekî têbikoşin.