Şino; Îdrîs Karsaz bi danîna barimteyê hat berdan
Roja Sêşemî 30’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Îdrîs Karsaz, welatiyê xelkê bajarê Şinoyê temen 55 salî, piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Li gor çavkaniya agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer re bêpar bûye.
Îdrîs Karsaz danê sibê roja Çarşemî 13ê Pûşpera 1403an a Rojî, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo Îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Ev welatiyê Kurd piştî lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Îdrîs Karsaz de ti agahî nehatine bidestxistin.