Sine; Çalakvanê sendîkaya mamostayan Mecîd Kerîmî li dadgehê de hat lêborînkirin

15:23 - 20 Tebax 2024

Çalakvanê sendîkaya mamostayan û endamê desteya rêveber a Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Sine û Kelatetzan a Sine Mecîd Kerîmî, li Dadgeha Pêdaçûnê ya Sine hat lêborînkirin. 
 
Ev xebatkarê sendîkaya mamostayan bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji dadgeha Şoreş a bajarê Sine ve bi sê meh girtîgeh hate cezakirin, tevî rojên binçavkirina berê, û ev ceza li roja 16ê Xakelêweya sala 1403an a Rojî de, bi ser wî de hatiye birîn. 
 
Dadgehê amaje bi yasaya kêmkirina sizayan kir û cezayê girtîgeha vî çalakvanê sendîkayî veguherandibû bi 8 milyon Tûmenî. 
 
Roja Sêşemî 10’ê Cozerdana sala 1401’an a Rojî, Mecîd Kerîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo Îdareya Îtilaata Sine hatibû veguhastin. 
 
Ev xebatkarê sendîkaya mamostayan piştî heftiyekê bo odeya takekesî ya îdareya îtilaata Sine hatibû veguhastin û roja Çarşemî 18ê Cozerdana 1401`an a Rojî, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Ev endamê Desteya Rêvebir a Yekitiya Mamostayên Kurdistanê – Sine û Kelaterzan di Pûşpera sala 1401’an a Rojî de, ji bo taya duyem a dozgeriya giştî û şoreşê ya Sine hatibû gazîkirin.