10 meh cezayê girtîgehê li Ebdula Şerîfzade endamê koma çiyagerên “Helo” yê Seqizê hate sepandin
Ebdula Şerîfzade endamê girûpa çiyagerî ya “Helo” ya Seqizê bi amade nebûna li dadgehê de, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Seqizê bi serokatiya dadwer “Cewad Mistefayî” bi 10 meh girtîgeh hat cezakirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev endamê girûpa çiyagerî yê Helo ya Seqizê bi “propaganda dijî Komara Îslamî ya Îranê û berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tometbar kiriye.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Civîna dadgehê li ser tometbarkirina vî welatiyê Kurd li roja 22’ê Reşemeya 1402’an a Rojî de hatiye lidarxistin û piştre jî ev ceza jê re hatiye ragihandin.
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Şerîfzade niha ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê rûbirûyê biryara girtinê ya dadgehê ye.
Ebdula Şerîfzade di demsala zivistana sala 1402’an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û piştî rojekê ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.