Nexede; Binçavkirina Rêbwar (Riza) Yasemenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û nediyarbûna çarenivîsa wî

16:45 - 1 Tebax 2024

Di heyama 5 rojên borî de welatiyekî temen 40 salî xelkê bajarê Nexede bi navê “Rêbwar naskirî bi (Riza) Yasemenî” piştî ku hêzên ewlehiyê bi ser mala wî de girtin, bi lêdan azardanê navbirî binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Yasemenî li ber çavê malbat û zarokê xwe yê biçûk rastî lêdaneke tund hatiye û bêyî hebûna belgeya dadgehê dadgehê hatiye binçavkirin û herwiha hêzên ewlehiyê li mala wî geriyan û dest danîn ser telefona destan û laptopa wî. 
 
Çavkaniya agahdar a Kurdpayê dibêje; Malbata Yasemenî her çend serî li gelek sazî û dezgehên ewlehiyê û girtîgehan dane jî, rastî bersiw nedana van saziyan hatine û ji çarenûsa kurê xwe ti agahî nînin. 
 
Heya niha ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina Rêbwar Yasemenî tine ye û ji mafê pêwendî, serdan û hebûna parêzer jî bêpar e. 
 
Rêbwar naskirî bi (Riza) Yasemenî, yê temen 40 salî, xelkê Nexede ye û, zewicî ye û zarokên wî hene.