Bokan; Pexişan Nebîzade bi danîna barimteyê hat berdan
21:06 - 19 Tebax 2024
Roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Pexişan Nebîzade, jina Kurd a xelkê Bokanê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiya han di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer re bêpar bûye.
Xanim Nebîzade di destpêka Gelawêja sala 1403’an a Rojî de bêyî níşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Bokanê hatibû veguhastin.
Heya niha ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vê welatiya Kurd bi dest neketin.