Mahabad; Binçavkirina Gelawêj Mihemedî Erşed ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
01:01 - 17 Tebax 2024
Roja Çarşemî 24’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyeka Kurd bi navê “Gelawêj Mihemedî Erşed” temen 45 salî keça Îbrahîm xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadwerî ev welatiya han li taxa “Bax Şaygan” a bajarê Mehabadê binçavkirine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî derbarê sedema binçavkirin û tohmetên xanim Mihemedî Erşed de nînin.