Pîranşar; Binçavkirina Selam Xizrinjad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

13:34 - 12 Tebax 2024

Sibeha roja Duşemî 22’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Selam Xizrinjad” kurê Murad xelkê gundê “Girde Ben” a Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewhwiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 4ê sibehê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê kurd binçav kirin e. 
 
Heya dema weşandina vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Xizrinjad de nînin.