Sureya Qeyteran ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

18:58 - 10 Tebax 2024

Roja Şemî 13’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Sureya Qeyteran, welatiya gundê “Kanî Mela” a ser bi bajarê Pîranşarê, hat binçavkirin û bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, pêştir ev welatiya han bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Secad Dostî” bi 9 meh girgtîgeh hatibû cezakirin. ". 
 
Roja Duşemî 5ê Pûşpera 1402an a Rojî, Sureya Qeyteran bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê bo beşa jinan a girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Roja Yekşemî 25’ê Pûşpera 1402’an a Rojî, ev jina Kurd bi danîna barimteyê heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.