Pîranşar; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
05:05 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2024
Roja Sêşemî 19’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Ehmedî” kurê Mihemed xelkê Pîranşarê, piştî gazîkirina bo dadgeha vî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, Ehmedî piştî binçavkirinê bo yek ji navendên ewlehiyê li Urmiyê bo lêpirsînê hatiye veguhastin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba gazîkirin, binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê han de tineye.