Bane: Kasibkarek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve birîndar bû

13:56 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 17’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, kasibkarekî Kurd bi navê “Rêbwar Reşîdî” xelkê Bane, li sînorê “Hengejale” ya vî bajarî, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kasibkarî. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kasibkar di vê rûdanê de ji lingê xwe birîndar bûye. 
 
Rêbwar Reşîdî ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.