Li sînorê Newsûdê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

20:37 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Şemî 6’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Nazim Seferî” xelkê gundê “Novîn”a ser bi bajarê Serovabadê, li sînorê “Dêzevir”a ser bi Newsûdê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê wî kolberî bo nexweşxaneya Pawe hatiye veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Nazim Seferî yê 24 salî kurê Cefer e.