Li sînorê Serdeştê kolberek bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû

17:10 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 13’ê Pûşpera 1403’an aRojî, kolberek temen 15 salî, bi navê “Mihemed Elî” xelkê gundê “Doletû” a Serdeştê, li sînorê Serdeştê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê teqe li vî kolberî kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev zarokê kolber ji pişta ji aliyê hêzrên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin û piştî lêketina gule ji kezeba wî ji pişta wî debas bûye. 
 
Ji ber giraniya birînan ev kolber bo navendên pizîşkî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.