Mehabad; Welatiyekî Kurd bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da

16:58 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Sibeha roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Ehmed Tirmen” xelkê Mehabadê li encama gulebarana hêzên polîs hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ji bo binçavkirina vî welatiyê han, hêzên polîs bi ser mala wî ya şexsî ya li taxa “Bax Sîse” ya bajarê Mehabadê de girtine û di dema şopandinê de gule berdane wî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ehmed Tirmen yekser piştî teqeya rasterast a hêzên polîs, hatiye kuştin. 
 
Heta kêliya bilav bûna vê nûçeyê termê vî welatiyê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin.