Kamran Şêxe li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin

16:57 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2024

Sibeha roja Pêncşemî 4’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyê bîr û baweriyê yê Kurd “Kamran Şêxe” piştî derbasbûna zêdetir ji 14 salan ji girtîgehê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 
 
Roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, piştî hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re li girtîgeha Mehabadê, Kamîran Şêxe ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hat veguhastin. 
 
Roja Şemî 12’ê Pûşpera 1403’an aRojî, ev girtiyê xwedî bîr û baweriyê ku di heyama çend mehên derbasbûyî de 6 hevalên wî hatin îdamkirin, bêyî ku sedemek bê pêşkêşkirin, ji girtîgeha Qizilhsar a Kerecê bo girtîgeha Mehabadê hat veguhastin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 26’ê Banemera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê bîr û baweriyê yê Kurd Xosrew Bişaret, piştî 14 salan li girtîgehê û 14 roj di odeya takekesî de, bêyî ku mafê hevdîtina bi malbata xwe re hebe, hate îdamkirin. 
 
Cezaya îdamê yê 5 hevalên wî yên bi navên Enwer Xizrî, Ferhad Selîmî, Dawûd Ebdullahî, Qasim Abiste û Eyûb Kerîmî di heyama 7 mehan de hatin îdamkirin. 
 
Kurdpa di 18’ê Banemera 1403’an a Rojî de, li ser hûrgiliyên dosyaya van heft girtiyên Kurd, raportek belav kir.