Çalakvanê jîngehparêz Îsmaîl Kerîmî ji ber birînên giran ên şewatê jiyana xwe ji dest da

16:59 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Îsmaîl Kerîmî xebatkarê jîngehparêzî xelkê Kamiyaranê, ku di dema vemirandina agir de li mêrgên daristanên “Kanîşe” tûşî şewatê bû, canê xwe ji dest da. 
 
Ev çalakvanê jîngehparêzî di dema vemirandina agir de li mêrgên daristanên “Kanîşe” a bajarê Kamiyaranê, ji sedî 80 şewitî û bi sedema giraniya birîna xwe bo nexweşxaneya “Kotsar” a bajarê Sine hate veguhastin. 
 
Îsmaîl Kerîmî karmendê dezgeha samanên xwezayî ya Kamiyaran zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Roja Duşemî 1’ê Gelawêja 1403’an, mêrgên daristanên “Kanîşe”a Kamiyaran ketine ber agir û Kerîmî ku li gel çalakên jîngehparêzî bo kontrolkirina agir ber bi wê deverê ve çûbû, bi vê qezayê bûye.