Cezayê îdamkirina yê Daniyal Kazimînejad li Girtîgeha Dêzêl Avaya Kirmaşanê birê ve çû

13:55 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2024

Sibeha roja Yekşemî 31’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê gundê “Lêr” a ser bi bajarê Îslamavaya Xerbê bi navê “Daniyal Kazimînejad” bê agahdarkirin û mafê seredana dawîn a mlbata wî li girtîgehê birê ve çû. 
 
Ev girtiyê temen 30 salî, roja 17’ê Pûşpera 1402’an a Rojî, li sînorê Kotol a Xoyê ji aliyê Îtila’ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştre bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a besîcê bi navê “Secad Emîrî” ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Merasîma sersaxiya vî girtiyê han li gundê “Lêr” a ser bi bajarê Îslamavaya Xerbê bi rê ve çû. 
 
Di 21’ê Pûşpera sala 1402’an a Rojî de, Besîcekî bi navê “Emîr Secadî” li yek ji bajarokên ser bi bajarê Kirmaşanê hate kuştin û di 18’ê Pûşpera 1402’an a Rojî de jî medyaya hikûmetê binçavkirina Daniyal Kazimînejad li sînorê Kotolê dema ku ji welat derdiket ragihand.  
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.