Dr.Luqman Qenberî ji sûcê "têkiliya bi Îsraîlê re" hat lêborînkirin

05:30 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2024

Dixtor Luqman Qenberî, nivîskar û wergêrê Kurd yê xelkê Serpêla Zehawê, ji tohmeta “têkiliya digel hemwelatiyên Îsraîlî” li dadgeha Şoreşa vî bajarî, hat berdan. 
 
Li gor gotina Mistefa Ehmediyan parêzerê vî nivîskarê kurd, tohmetbarê wî bi sedema nebûna belgeyan û bi sedema pêgeha wî ya zanistî û akademîk a berçav ji vê tohmetê li dadgehê hat azadkirin. 
 
Sibeha roja Yekşemî 19ê Xakelêweya a 1403an a Rojî, nêzîkî 20 wezîfedarên Îtlaata Spaha Pasdaran bi ser mala wî nivîskarî de girtin û piştî lêgerîna malê û destdanîna ser hin kelûpelên wî yên şexsî ku ji wan laptop û telefona wî, û bi xwe re birin. 
 
 Qenberî roja Duşemî 20ê Xakelêweyê piştî rojekê ji lêpirsînê û binçavkirinê li navenda Îtlaata Spaha Pasdaran bi soznameya nivîskî hat berdan. 
 
Wergera pirtûka “Kurd li Rojhilata Navîn a ne aram de” ku yek ji berhemên vî wergêrê kurd e, ji ber nebûna îzina çapê ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Çandê ve, ji aliyê weşanxaneya “Erzan Kitab” a Swêdê ve hat çapkirin û lêpirsînerên Îtla`ata Spaha Pasdaran  têkiliya Luqman Qenberî bi nivîskarê vê pirtûkê, Ofra Bengiou re sûç dane zanîn. 
 
Luqman Qenberî dixtoraya zanistên siyasî ye û wergêrê pirtûka “Kurd li Îranê: Paşeroj, Niha û Pêşeroj” jî ji aliyê wî ve hatiye çapkirin.