Li Pîranşarê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

14:22 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Sêşemî 19’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Xalid Resûlzade” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê han li cihê karê wî li bajarê Pîranşarê binçavkirin e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Resûlzade, hêzên ewlehiyê li gundê “Bindire” ya Pîranşarê avêtine ser mala wî ya şexsî û piştî lêgerîna mala wî, dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û birine. 
 
Mihemed Xalid Resûlzade 40 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.