Urmiye; Binçavkirina Yûnis Nebîzade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

13:27 - 9 Hezîran 2024

Roja Pêncşemî 17’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Yûnes Nebîzade” temen 30 salî, kurê Îsa, xelkê gundê “Delo” a ser bi navçeya Dizeya Dol a ser bi Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û birine  cihekî nediyar. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han li derveyî mala xwe ya bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana belgeya dadgehê hatiye binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Nebîzade, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî ya şexsî û lêgerînê li mala wî kirine. 
 
Ev welatiyê Kurd zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, liderheq çarenivîs, cihê ragirtin, sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Yûnis Nebîzade de ti agahî li ber dest nînin.