Nexede; 3 welatiyên Kurd piştî danîna barimteyê hatin berdan

16:10 - 6 Hezîran 2024

Roja Çarşemî 16’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, sê welatiyên Kurd bi navên “Şiwane Xizrnjad” kurê Murad, “Ehed Xizrnjad” kurê Silêman û “Omîd Xizrnjad” kurê Fetah xelkê gundê “Girde Bin” a ser bi bajarê Pîranşarê, li girtígeha Nexede bi awayekî demkî hatin azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ju ji Kurdpayê re ragihandiye, ev sê welatî her yek piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî hatine azad kirin. 
 
Sibeha roja Duşemî 2ê Rêbendana sala 1402an a Rojî, Şiwane Xizirnjad û Ehed Xizirnjad bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibùn binçavkirin. 
 
Her wiha roja Şemî 7’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, Omîd Xizirnjad piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila’ata Pîranşarê hatibû binçavkirin. 
 
Ev her sê welatî piştî pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Nexede hatibûn veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyan de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Omîd, Ehed û Şiwane Xizirnjad