Li sînorê bajarê Şinoyê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve birîndar bû

21:56 - 3 Hezîran 2024

Roja Yekşemî 13’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Elî Şîro” temen 43 salî, kurê Mihemed Emîn, xelkê gundê “Zime” ya ser bi bajarê Şinoyê, li ser sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndar kirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo komkirina giyayên Biharê çûbû bilindahiyên sînorê Şinoyê, lê mixabin hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdan wî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê Kurd li vê rûdanê de ji aliyê ling û sîngê xwe ve birîndar bûye û bi sedema giraniya birîndaran bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. 
 
Ev welatî zewicî ye û sê zarokên wî hene.