Ferhad Şêxî cezayê girtîgehê û cezayên zêde lê hat birîn

00:59 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2024

Ferhad Şêxî, çalakvanê kedkarî yê xelkê Seqizê yê li Heştgerd a Kerecê ye, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ve bi salek heps û cezayên zêde hat cezakirin. 
 
Li gor vê biryarê, ev çalakvanê kedkarî bi tohmeta propagene li dijî Komara Îslamî ya Îranê, bi salek heps, 2 sal qedexeya derketina derve ji Îranê, 2 sal dûrxistin û jiyana bi zorê li bajarê Dîwandere û 2 sal jî qedexeya jiyana li Elborz û Tehranê hatiye cezakirin.  
 
Hefteya borî jî biryara dadgeha jêrîn li ser vî çalakvanê kedkariyê hat dayîn û biryara ku li derheq wî de hatiye dayîn dikare li dadgeha pêdaçûnê bê îtirazkirin. 
 
Civîna tohmetbarkirina vî çalakvanê kedkarî, roja 10ê Rezbera sala 1402an a Rojî, li taya yekem a dadgeha Şoreş a Kerecê, bi serokatiya dadwer “Asef Husêynî” hate lidarxistin. 
 
Di Pûşpera sala 1402’ana Rojî de, taya lêpirsînê ya 6’an a serdozgeriya Haştgerdê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” bang li Ferhad Şêxî kir. 
 
 Şêxî roja Yekşemî 7 Cozerdana 1402an a Rojî, li mala xwe ya li Heştgerd a bajarê Kerecê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Sêşemî 23ê Cozerdana heman salê piştî derbasbûna 14 rojan li ser binçavkirina wî de û bi danîna barimteyê bi awayeke  demkî li girtîgeha Îtlaata Recayîşehrê” hat berdan. 
 
Ferhad Şêxî, roja Sêşemî 18ê Rêbendana sala 1401`an a Rojî, piştî derçûna biryara lêborînê, ji girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû azadkirin.