Çalakvanê kedkarî Murteza Saîdî bi hesabkirina heyama rojên binçavkirinê du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn
Çalakvanê kedkariyê yê bajarê Kamiyaranê Murteza Saîdî bi tohmeta “lidarxistina koman bi armanca têkbirina ewlehiya welat” ji aliyê taya duyemîn a Dadgeha Şoreş a Şehryar a bi serokatiya dadwer Behram Penahî ve, 2 sal cezayê girtîgehê li ser hat sepandin.
Ev ceza, roja Şemiyê 2’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, bi fermî ji vî çalakvanê kedkariyê re hatiye ragihandin.
Biryara der heqê vî çalakvanê kedkariyê de hatiye dayîn û divê di nava 20 rojan de ji roja ragihandinê derfet heye ku li dadgeha lêkolîn û pêdaçûnê ya parêzgeha Tehranê nerazîbûna xwe nîşan bide.
Roja Çarşemî 6ê Banemera 1402an a Rojî, civîna tohmetên Murteza Seîdî bi parêzerê wî re li taya duyem a dadgeha Şoreş a Şehryar birêve çû.
Seîdî roja Duşemî 19’ê Banemera 1401’an a Rojî, bi danîna barimteyê heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê hatiye azadkirin.
Murteza Seîdî roja Înê 26’ê Xakelêweya a 1401’an a Rojî, tevî çend çalakvanên din ên kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.