Şahindij; Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

09:43 - 24 Hezîran 2024

Roja Çarşemî 30’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Aram Ostadî” xelkê bajarê Şahindijê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Şopandinên malbata Ostadî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 
 
Heya dema weşandina vê nûçeyê, derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Aram Ostadî de ti agahî nehatin bidestxistin.