Ebdulkerîm Kakul di dawiya heyama xwe de ji girtîgeha Şinoyê hat berdan

15:15 - 18 Hezîran 2024

Roja Yekşemî 27ê Cozerdana 1403an a Rojî, Ebdulkerîm Kakul, girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Hesen Nûran” a ser bi bajarê Şinoyê, ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Ev girtiyê siyasî roja Pêncşemî  3’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, piştî gazîkirina bo taya birêvebrina cezayan ya dadgeha giştî û Şoreşê ya Şinoyê hatibû binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin. 
 
Di sala 1402’an a Rojî de, ev welatiyê han bi tohmetaw “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikùmeta Îranê” re, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya Şinoyê bi serokatiya dadwer Mehdî Rizayî, bi salek heps hatiye cezakirin. 
 
Sibeha roja Yekşemî 18’ê Pûşpera 1402’an a Rojî, ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û di mala xwe ya şexsî de rastî lêdanê hatibû û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev vwelatiyê Kurd piştî mehekê lêpirsîna li girtîgeha Îtlaata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê, bi danîna barimteya demkî heta dawiya dozê hate azadkirin.