Serdeşt; Adil Hacî Xelanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

21:54 - 3 Hezîran 2024

Roja Yekşemî 13’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Adil Hacî Xelanî” xelkê gundê “Sîser” a ser bi bajarê Rebet a girêdayî Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îtla`ata Îranê bêyî nîşandan a belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatî û ew binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina Adil Hacî Xelanî de derî û pencereyên mala wî şikandin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.