Bane: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

09:05 - 29 Gulan 2024

Roja Sêşemî 8’ê Cozerdana sala 1403’an a Rojî, kolberek ciwan bi navê “Sîna Resûlzade” li sînorê bajarê Banê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Sertzîn”a Banê kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Termê wî Kolberî bo nexweşxaneya Banê hatiye veguhastin. 
 
Sîna Resûlzade yê temen19 salî xelkê bajarê Nelas a Serdeştê ye.