Arman Muradî ji bo cîbicîkirina cezayê hepsê bo girtîgeha Sine hat veguhastin

23:42 - 26 Gulan 2024

Roja Duşemî 31’ê Banemera 1403’an a Rojî, “Arman Muradî” çalakvanê medenî û xwendekarê pileya mastera zanistên siyasî li zanîngeha Razî ya Kirmaşanê, piştî ku ji bo cîbicîkirina cezayê çû taya cîbicîkirina cezayan ya dadgeha Sine, bo girtîgeha navendî ya Sine hat veguhastin. 
 
 Muradî pêştir ji aliyê taya yekem a dadgeha şoreşa Sine ve bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê re” bi 5 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Ev xwendekarê Kurd roja 22ê Xermanana 1402an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibù destbiserkirin û piştî 28 rojan ji binçavkirin, bi danîna barimteyê ji navenda îtila`ata Sine hatibû azadkirin. 
 
Arman Muradî xelkê gundê “Derêgavan” a ser bi bajarê  Dîwandereyê ye.