Îdamkirina girtiyekî xelkê Bokanê li girtîgeha navendî ya Urmiyê

20:30 - 18 Gulan 2024

Sibeha roja Şemî 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Mensûr Nasirî” temen 45 salî xelkê bajarê Bokanê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê di roja Pêncşemî 27ê Banemera 1403an a Rojî de bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê hanê beriya 5 salan bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Her wiha sibeha roja Şemiyê 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, 4 girtiyên bi navên “Perwîn Mûsewî” temen 53 salî û xelkê Meraxe “Yûsif Seîdî” temen 32 salî xelkê gundê “Dobre” ya ser bi devera Tirgewer a Urmiyê, Ramîn Lewendpûr”ê 27 salî xelkê gundê “Xeregoş”a ser bi navçeya Soma û Biradost a bajarê Urmiyê û “Perwîz Qasimî” 35 salî xelkê gundê “Zindeşt”a ser bi bajarê Selmasê li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatin îdamkirin.