Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê 3 girtî hatin îdamkirin

11:13 - 18 Gulan 2024

Sibeha roja Şemiyê 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3ê girtiyên bi navên “Yûsif Seîdî” temen 32 salî xelkê gundê “Dobire” ya ser bi navçeya Tirgewer a Urmiyê, “Ramîn Lewendpûr” temen 27 salî ji xelkê gundê “Xeregoş” a li navçeya Soma û Bradost a ser bi bajarê Urmiyê û “Perwîz Qasimî” temen 35 salî xelkê gundê “Zindeşt” ser bi bajarê Selmasê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin îdamkirin. 
 
Ev her sê girtî ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, roja Pêncşemî 27ê Banemera 1403an a Rojî, bo odeya takekesî hatibûn veguhastin. 
 
Ev her sê girtî beriya çar salan bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û piştre di dozên cuda de ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibûn cezakirin. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya îdamkirina van her sê girtiyan ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Yûsif Seîdî, Perwîz Qasimî û Ramîn Lewendpûr