Girtiyek jin li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin
                    
                    11:11 - 18 Gulan 2024
                
             
            Sibeha roja Şemiyê 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiya jin a temen 53 salî bi navê “Pervîn Mûsewî” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiya han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê di roja Pêncşemî 27ê Banemera 1403an a Rojî de bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Parvîn Mûsewî  xelkê bajarê Meraxe li girtîgehê de tûşî nexweşiya penceşêrê bibû, ku beriya 4 salan bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadweriyê ve cezayê îdamê  lê hatibû birîn. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya îdamkirina vê girtiya jin ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.
 
                             
                             
                            