Bane: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin
20:17 - 16 Gulan 2024
Sibeha roja Pêncşemî 27’ê Banemera 1403’an a Rojî, kolberekî ciwan bi navê “Vahid Qadirpûr” kurê Bayîz xelkê bajarê Seqizê, li sînorê “Hengejale” ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane kirin.
Merasîma veşartina termê vî kolberî dê li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê were lidarxistin.
Vahid Qadirpûr, zewicî ye û ji gundê “Dêrê Ziyaret a jorê” ya Seqizê ye.