Li Bokanê 3 welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

20:10 - 11 Gulan 2024

Sibeha roja Pêncşemî 20’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Reşîd Rehîmî”, “Şehram Nanwa” û “Zahir (paşnav nenas)” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragehandiye, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, ev 3 welatî binçav kirine. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van her 3`ê welatiyan de ti zanyariyek tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Pêncşemî 20’ê Banemera 1403’an a Rojî, Hêmn Îbrahîm Hemze, welatiyê gundê “Qeregol” a Bokanê û Îdrîs Hacîresûlpûr birayê Mihemed Hacîresûlpûr, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî ne diyar.