Li girtîgeha navendî ya Urmiye girtiyek hat îdamkirin

18:33 - 8 Gulan 2024

Sibeha roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Hesen Muherr” kurê Hisên li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han roja Duşemî 17’ê Banemera 1403’an a Rojî, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî hate veguhastin. 
 
Ev girtiyê han çend salan berê bi tohmeta “kirîn û firotina maddeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Hesen Muherr xelkê gundê “Lurnî” ya navçeya Tirgewer a Urmiyê ye. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.