Li Pîranşarê 2 welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

01:20 - 7 Gulan 2024

Sibeha roja Duşemî 17’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Selam Sultanî” xelkê gundê “Xurinc” û “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Bîkos” a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev herdu welatî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di nav malên xwe de hatine binçavkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li deheq sebeba binçavkirin û tohmetên Ii ser wan herdu welatiyên Kurd de tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 17’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd ên din ên bi navên “Simeye Qadrî” keça Tahir xelkê gundê “GiZgsk”a ser bi Pîranşarê û “Hisên Bayezîdî” kurê Mihemed xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.  
 
Wêne ji rast ber bi çep: Selam Sultanî û Mihemed Muradî