Gazîkirin û binçavkirina xortekî 16 salî yê xelkê Mehabadê

01:19 - 7 Gulan 2024

Xortek temen16 salî bi navê Mubîn Şêxepûr kurê Resûl xelkê bajarê Mehabadê piştî ku bo Îdareya Îtilaata Urmiyê hatibû gazîkirin hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, roja Çarşemî 12’ê Banemera 1403’an a Rojî, ev ciwanê han piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata Urmiyê, hate binçavkirin û ti zanyariyên rast li ser çarenivîsa wî nînin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mubîn Şêxepûr di heyama mehekê de bo cara duyem bo dezgehên ewlehiyê hatiye gazîkirin û bo yekem car jî bo Îdareya Îtilaata Mehabadê hatiye gazîkirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hatiye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî ciwanê Kurd de tine.