Mehabad; Berdewamiya binçavkirin û nexûyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd
Her du welatiyên Kurd ên bi navên “Soran Nesîrî” kurê Hesen û “Qehreman Resûlî” kurê Yûsif xelkê bajarê Gogtepe ya Mehabadê heya niha di girtîgehê de ne û ti zanyariyên serrast li ser çarenivîsa wan tine ne.
Li gor çavkaniyeke agehdar, nêzîkî sê heftiyan berî niha ev herdu welatî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Mehabadê hatin veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şopandina malbata van herdu welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam mane.
Soran Nesîrî roja Çarşemî 11ê Pûşpera 1399an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 12`ê Gelawêja heman salê piştî danîna barimteyê hatibû azadkirin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li se wan herdu welatiyên Kurd de tine.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Soran Nesîrî û Qehreman Resûlî