Li sînorê Bane di encama teqeya hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek birîndar bû

17:39 - 29 Nîsan 2024

Roja Yekşemî 9ê Banemera 1403an, kolberek temen 25 salî bi navê “Mêhran Behramî” xelkê Seqizê, li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyeke haydar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê teqe li vî kolberî kirine û ev kolber ji lingê xwe bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Bane hatiye veguhastin û rewşa giştî ya wî başe.