Bokan; Hewram Mêhrinevayî piştî ku bo Îdareya Îtlaatê hatibû gazîkirin hat binçavkirin

23:09 - 5 Nîsan 2024

Roja Sêşemî 14’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Hewram Mêhrinevayî” xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirina bo îdareya îtilaata vî bajarî hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev ciwanê temen 21 salî bi rêya pêwendiyeke telefonî bo Îdareya Îtilaata Bokanê hatiye gazîkirin û li derheq sebeba gazîkirin û binçavkirina wî de ti zanyariyên berfereh li ber dest nînin. 
 
Hewram Mêhrinevayî li roja 11ê Sermaweza sala 1401an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê, bi danîna barimteyê hatibû berdan. 
 
Di Reşemeya sala 1401’an a Rojî de, bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” re, ji aliyê dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi 54 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Ev xortê Kurd li roja 20’ê Xakelêweya sala 1402’ana Rojî de bo derbaz kirina cezayê hepsê bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin û paşî di bin çavdêriya pêbenda elektronîk de ji girtîgehê hatibû berdan.