Girtîgeha Seqizê; Girtiyek ji bo îdamê bo odeya takekesî hat veguhastin

13:53 - 24 Nîsan 2024

Roja Sêşemî 4’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Ferzad Xadimî” xelkê Seqizê, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, bo odeya takekesî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han roja 12’ê Pûşpera 1399’an a Rojî, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” kesê bi navê “Tîrdad Ateşefrûz” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Li gor amarên tomarkirî li navenda statîstîka Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdpayê, di sala 2023’an de 799 haletên cezayê îdamê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine cîbicîkirin.