Şino; Binçavkirina Fexredîn Mudresî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

19:42 - 22 Nîsan 2024

Sibeha roja Şemiyê 1’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Fexredîn Mudresî” temen 38 salî kurê Şafî, xelkê gundê “Dê Şems” a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.  
 
Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 4ê sibêroja roja Şemiyê, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê bi ser mala vî welatiyê han de girtin û ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Heya niha hewlên malbata Fexredîn Mudersî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mudersî tu agahî nehatin bidestxistin.