Li ser sînorê Bane kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

20:52 - 21 Nîsan 2024

Sibeha roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Şiwane Ehmedpûr” xelkê gundê “Necine ya jorê” ya ser bi bajarê Bane, bi sebeba teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li sînorên vî bajarî hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê li sînorê “Zerdebî” ya Baneyê teqe li vî kolberî kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Termê vî kolberî bo navendên pizîşkî yên bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê hatiye veguhastin. 
 
Vê çavkaniyê haydar diyar kir: Di vê rûdanê de 2 kolberên din jî birîndar bûne û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên bajarê Pêncwînê li herêma Kurdistana Iraqê hatine veguhestin. 
 
Şiwane Ehmedpûr 34 salî bû, zewicî ye û zarokek wî heye.