Bokan; Binçavkirin û nexûya bûna çarenivîsa welatiyekî

21:14 - 18 Nîsan 2024

Roja Çarşemî 22’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mûsa Celîliyan” kurê Omer xelkê gundê “Oç Tepe” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û çarenivîsa wî nediyar e. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve li derveyê mala xwe hatiye binçavkirin û bo lêpirsînê bo navenda Îdareya Îtila`ata Bokanê hate veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Roja Pêncşemî 30’ê Xakelêweyê, Îdareya Îtilaata Bokanê pêwendî bi malbata Celîliyan re kir û ragihand ku kurê wan di girtîgeha vê dezgehê de ye. 
 
Vê çavkaniya haydar got: Ev welatiyê Kurd li navenda binçavkirinê de rastî lêdaneke tund ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye û di heyama binçavkirinê de jê re nahêlin ku parêzger bê dîtin. 
 
Heya niha sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Celîliyan nehatine bidestxistin.